• Monday, 16 February 2026
logo

Trump: Ji bo Brunson bê berdan em şer dikin

Gulan Media August 28, 2018 Nûçe
Trump: Ji bo Brunson bê berdan em şer dikin
Serokê Amerîkayê Donald Trump di derbarê keşe Brunson de got ji bo ku ew bê berdan em şer dikin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump di civîna li gel cemaeta Evanjelîstan li ser krîza li gel Tirkiyê û keşe Andrew Brunson axivî.

Hat ragihandin ku Trump di vê civîna li gel serokê Evanjelîst de ragihand ku ew hewl didin keşe Andrew Brunson vegerînin Amerîkayê û got ku têkoşîna wan jî i bi vê yekê ye. Trump wiha got, “Em şer dikin ji bo ku Andrew Brunson bê berdan.”

Keşeyê Amerîkî ev zêdetirî 2 sal in li Tirkiyê girtî ye û herî dawîn ji bo hefsa malê hatibû veguhastin.

Amerîkayê ji ber Brunson siza li ser wezîrên navxwe û dadê yên Tirkiyê sepandibûn. Herwiha baca gumrikê ya li ser tiştên ji Tirkiyê tên wergirtin jî hatibûn zêdekirin.

Piştî van geşedanan nirxê lîreya tirkî li hember dolar gelek daket.

Basnews
Top