Erişa li ser çalekîya kesên xizmên xwe winda kirîn
Daxuyanîya hevpar hevseroka HDPê ya şaxa Amedê Filiz Buluttekinê xwend û got:
“Em wê erişa li Stenbolê li dayikên zarokên xwe winda kirî û parlementer û revebirîn saziyên din yên ji bo alikarîyê li gel wan şermezar dikin û hevalên xwe slav dikin. Ev tekoşina eve 3 serdeme berdewam dike disa li hemberî erişên faşizan hat. Bi rastî ev eriş nişaneya tirsa li hemberî tekoşina dayikane. Em jinên li Kurdistanê, zimanê me, nasname me û çandame tê xwestin bê tune kirin û zarokên me di salên 90 de hatin berzekirin. Me li hember inkar û asimilasyonê tu carî serê xwe ne tewant û em natewinin. Em di zanin yêk çareserî heye ew jî berxwedane û emê li berxwebidin.
Hêjayê gotinê ye ku 25 tebaxê li stenbolê kesên xizmen xwe winda kirî di xwest heftiya 700 emin çalekîya runiştinê pêkbine û qeymeqamtiyê destur neda û li ser bi biryarbuna çalekvanan polisan mudaxaleyî wan kir û gelek kes hatin binçavkirin.
