• Tuesday, 24 February 2026
logo

Li Duhokê nojdarekî êzîdî ji ber Remezanê nirxa vîzîta nexweşan erzan kir

Li Duhokê nojdarekî êzîdî ji ber Remezanê nirxa vîzîta nexweşan erzan kir

Li bajarê Duhokê nojdarekî êzîdî ji ber xatirê meha Remezanê nirxa vîzîta nexweşan erzan kir.

Nojdarekî êzîdî bi navê dr. Rêzan Hesun ku li Duhokê dijî, ji BasNewsê re got, ez kurdekî êzîdî me lê min ji ber xatirê Remezanê û birayên misilman biryar da nirxa vîzîta nexweşên xwe erzan bikim.

Dr. Rêzan Hesun, ku nojdarê didanan e, her wiha got, em hemû xelkê vî welatî ne, çi misilman çi êzîdî û çi jî dîn û etnîkên din. Loma min bo nirxa vîzîta nexweşên xwe %40 kêm kir. Ez bi vê yekê pir kêfxweş im.

 

Basnews

Top