Medyaya Tirkiyê: Qeşe Brunson bi rêka kurdekî mesîhî bi PKKê re pêwendî danîbû!
Rojnameya Milliyet ya Tirkiyê ragihandiye, di dosyaya qeşeyê Amerîkî Andrew Brunson de, ku bi tohmeta endamtiya rêxistina Gulen û casûstiya PKKê li bajarê Îzmîrê yê Tirkiyê hatiye girtin, navê kesekî derbas dibe ku wek “Dilbirîn Mardînî” tê nasîn lê navê wî yê rastî Mihemed Ehmed e. li ser Mihemed Ehmed ev agahî hatine dayîn; kurdekî mesîhî bûye û li Îzmîrê li dêra kurdên mesîhî de pastorî kiriye lê Brunson beriya ku were girtin, ew şandiye Beljîka.
Li gorî raporta Milliyetê, ew pastorê kurd di navbera Brunson û YPG/PKKê de wek qasid û casûsekî kar kiriye. Baweriya Brunson gelekî pê hebûye ji ber wê jî jê re digot “kurê min yê manewî!” Birayê wî pastorê kurd Egîd jî mîna wî ji PKK û YPGê re casûstî kiriye!
Basnews
