• Tuesday, 17 February 2026
logo

Hevpeymaniya Feth: Piştî du rojan em dê mezintirîn fraksiyonê ragihînin

Gulan Media August 28, 2018 Nûçe
Hevpeymaniya Feth: Piştî du rojan em dê mezintirîn fraksiyonê ragihînin
Rikeberiya aliyên Şîe yen serkeftiyên hilbijartinan ji bo bidestxistina soz û dengê Kurdan gihiştiye qonaxa danûstandinan û her alî dixwaze partiyên Kurdan ji bo beşdariya hevpeymaniya xwe razî bike.



Hevpeymaniya Feth eşkere dike ku di nav du rojên bê de surprîzeke mezin bikin û mezintirîn fraksiyonê ragihînin û dê Kurdan jî bi dayîna mafên wan razî bikin ku beşdarî fraksiyona wan bibin.



Her çiqas ofîsa Nûrî Malikî red dike, lê li gor zanyariyên Rûdawê, surprîza wan namzedkirina Malikî ji bo postê Serokwezîriya Iraqê ye.



Endamê Hevpeymaniya Feth Dr. Fazil Rubeyî dibêje: “Em weke Hevpeymaniya Feth pêşwazî li hebûna Kurdan di hevpeymanî û fraksiyonê de dikin, ku dê piştî çend rojan were pêkanîn. Hebûna Kurdan ji aliyê me ve gelek giring e. Kurdan beşdarî rizgarkirin û avakirina Iraqê bûne, pêkhateyeke şerîf in. Bi îzna Xwedê emê bi hev re berjewendiya Iraqê bixin pêşiya her tiştî.”



Hevpeymaniyên Saîrûn, Nesir, Weteniye û Tevgera Hîkme, ku niha bûne yekdeng û ji bo ku Heyder Ebadî cardin bibe namzed rizamendî nîşan dane û herwiha ji bo beşdarbûna Kurdan li gel wan, hewldanên xwe zêde kirine, ew jî razî ne ku daxwazên Kurdan werin cîbicîkirin, lê hêj Kurdan xwe yekalî nekirine.



Endamê Hevpeymaniya Nesir Ebas Kazim Sûdanî dibêje: “Qonaxa dahatû dê qonaxeke nû bibe, mafên birayên Kurd û hemû mafên gelên Iraqê dê werin garantîkirin. Em dixwazin dawî li pirsgirêkan were anîn û em dixwazin bi hev re qeyranan derbas bikin. Em dixwazin ciyawazî di navbera Kurd û Ereban de nemîne û hemû wê yekê hîs bikin ku welatiyên Iraqê ne û mafên wan werin dayîn.”



19ê vê mehê Dadgeha Federalî ya Iraqê encamên hilbijartinên parlementoya Iraqê pesend kir û Serokomarê Iraqê Fuad Mesûm dema yekem civîna parlementoyê diyar kir û ji parlementeran daxwaz kir ku roja duşemê 03-09-2018an ji bo civîna yekem a parlementoyê amade bibin.

Rudaw
Top