Çar partiyên nerazî hevpeymaniyek pêkanî
Peyamnêra WAARê li Silêmanîyê ragihand: Piştî civîna îro ya her çar aliyan, di konferanseke rojnamevanî de hevpeymaniya xwe bo beşdariya di proseya siyasî ya Iraqê de ragihand û tekezî li ser dariştina karnameyeke hevbeş ji hevpeymaniya xwe re kirin.
Amaje bi wê jî dan, pêwîst e pêdeçûn di proseya siyasî ya Iraqê de bê kirin.
Piştî ragihandina encamên hilbijartinên Parlemantoya Iraqê, aliyên nerazî yên Herêma Kurdistanê çend civîn bo pêkanîna hevpeymaniyekê encam dan.
Waar.tv
