Li Amerîkayê êrîşa çekdarî: 4 kes hatine kuştin
Polîsê Florîdayê ragihand, ku li bajarê Jacksonvilleyê di dema festîvala lîstokên elektronîkî de gule bi ser xelkê de hatiye reşandin û di encama teqekirinê de 4 kes mirin û 10 kes jî birîndar bûn.
Li gorî daxuyaniya polîs bûyer li holeke lîstokên elektronîkî de çêbûye, ku wê kêliyê li wir pêşbirka lîstokan hebûye.
Polîs radigihîne ku li ser vê êrîşê demildest destwerdana cihê bûyerê kirine. Herwiha da xuyakirin, ku ew nizanin ka çend êrîşkar hene û êrîşkar di nava kuştiyan de ye yan ne.
Derbarê bûyerê de lêpirsîna polîsan berdewam dike. Çûn hatina holê jî hate qedexekirin.
Rudaw
