• Tuesday, 17 February 2026
logo

Heşdî Şeibî ji Şingal venekişiya ye

Gulan Media August 27, 2018 Nûçe
Heşdî Şeibî ji Şingal venekişiya ye
Berpirsekî Heşda Êzdî li Şingalê red kir ku çekdarên Heşda Şeibî ji Şingalê vekişiya bin û ragihand, ku tenê hêzên Heşdê hatine guhertin.

Derbarê tevgera çekdarên Heşda Şeibî li sînorên bajarokê Şingalê û dengoya kişandina wan ji wê navçeyê, (Xal Elî) amirê fewca Laleşê ya ser bi ketîbey Îmam Elî ku ser bi Heşda Êzdî ve ye û ew jî beşekî Heşda Şeibî ye, taybet ji Kurdistan24ê re ragihand ku Heşda Şeibî, ti hêzeke xwe ji navçeyê nekişandiye, tenê li başûrê Şingalê, Heşdê guhertin di çend yekîneyên xwe de kiriye.

Xal Elî got jî: Yekîneyên Êzdî yên ser bi Heşda Şeibî ve, hîn li nav Şingalê ne û li cihên xwe mane.

Ev yek di demekê de ye, çend rojan berî niha, hat ragihandin ku çekdarên Heşda Şeibî ji hin navçeyên Şingalê û parêzgeha Nînewa vekişiyan e.

K24
Top