• Tuesday, 17 February 2026
logo

Turan: Ji bo çareseriya dosyeya Kerkûkê pêwîstî bi gotûbêjê heye

Gulan Media August 26, 2018 Nûçe
Turan: Ji bo çareseriya dosyeya Kerkûkê pêwîstî bi gotûbêjê heye
Cîgirê Serokê Bereya Tirkmenî ya Iraqê Hesen Turan ragihand ku li gor wan gotûbêj û diyalog ji bo çareserkirina ajendaya Kerkûkê wesîleyek e û pêwîst e hemû pêkhateyên Kerkûkê di vê gotûbêjê de hebin.



Serokê Bereya Tirkmenî ya Iraqê Erşed Salihî ji aliyên Kurdistanî daxwaz kiribû ku derbarê Kerkûk û madeya 140 de li şûna partiyên serkeftiyên hilbijartinan, li gel Bereya Tirkmenî ya Iraqê danûstandin bikin.



Hesen Turan beşdarî bernameya Rûdawa Îro bû û li ser daxwaza danûstanê diyar kir ku peyama wan ji bo hemû aliyên Iraqê ye.



Turan diyar kir ku li gor madeyeke destûrî ya Iraqê pêşniyar dikin ku Kerkûk bibe herêmeke taybet.



Li ser pirsa "Tevî ku madeya 140 di destûra Iraqê de heye, çima li gor we ew made ji sala 2007an ve bi dawî bûye?" Hesen Turan got: “Eger madeya 140 bikare pirsgirêka Kerkûkê çareser bike, dikaribû di sala 2007an de pirsgirêka Kerkûkê çareser bike. Îro em di sala 2018an de lê wê madeyê mijara Kerkûkê çareser nekiriye.”



Herwiha li ser pirsa "Di madeya 140 de çend qonax hene, yek ji wan jî serjimêrî ye, ji ber çi Bereya Tirkmenî ya Iraqê nerazî ye ku serjimêrî were kirin û serjimêriyê red dike" Cîgirê Serokê Bereya Tirkmenî got: “Me derbarê serjimêriyê de rexne kir, çimku em di wê baweriyê de ku guhertin di demogafiya Kerkûkê de rûda, beriya 2003an û bi heman şêweyî piştî 2003an, ji ber vê yekê madeyeke qanûnê heye, ku madeya 23 ye, tekez dike ku guhertin li Kerkûkê rûdaye, em dixwazin ev guhertin ji holê rabe em serjimêrî bikin.”



Derbarê mijara "gelo Bereya Tirmenî ji serjimêriya 1957an razî ye?" Hesen Turan diyar kir: “Em li gel encamdana serjimêriya niştecihan in piştî ku bandorên demografiyê ji holê were rakirin. Beriya 2003 û piştî 2003an, herwiha hemû wan navan ji holê werin rakirin ku hatine Kerkûkê, nabe nasnameya Kerkûkê ji wan re were dayîn.”



Hesen Turan dibêje: “Serjimêriya 1957 serjimêriyeke rast bû, lê belê li gor îdareya niha, çimku li parêzgeha Kerkûkê hinek nahiye û navçe hatin zêdekirin û ev jî guhertineke demografiyê li ser siberoja Kerkûkê çêkir.”



Li ser pirsa “gelo hûn dikarin li gel Kurdan çi bikin?” Turan diyar kir ku li gor wan gotûbêj û diyalog ji bo çareserkirina ajendaya Kerkûkê wesîleyek e û pêwîst e hemû pêkhateyên Kerkûkê di vê gotûbêjê de hebin.



Hesen Turan derbarê vegera Pêşmerge bo Kerkûkê jî nêrîna xwe eşkere kir û got: “Madeyeke destûrî heye ku dibêje Pêşmerge pasevanê sînor e, ji ber vê yekê nabe li derveyî sînorê Herêma Kurdistanê hebe.”

Rudaw
Top