• Tuesday, 17 February 2026
logo

Şandeke amerîkî serdana Şedadê dike

Gulan Media August 26, 2018 Nûçe
Şandeke amerîkî serdana Şedadê dike
Şandeke amerîkî bi armanca pêdaçûn û naskirina rewşa navçeyê serdana bajarokê Şedadê yê Rojavayê Kurdistanê kir.

Çavkaniyeke agehdar ji BasNewsê re ragehand ku, îro Şemiyê 25.8.2018 şandeke amerîkî bi serokatiya nûnerê wezareta derve ya Amerîkayê Wiliyam Robak serdana bajarokê Şedadê kir û li gel encûmena sivîl a wî bajarokî civiya.

Heman çavkaniyê da zanîn ku, serdana wî berpirsê amerîkî di demekê de tê ku, hêzên hevpeymaniya navnetewî navena bajarokê Şedadê a leşkerî berfirehtir dikin û hejmarek pêdawîstiyên şer jî li wê navendê bi cih kirine.

Berî niha jî nûnerê wezareta derve ya Amerîkayê Wiliyam Robak li gel şandekê serdana bajarê Reqa, Tepqa, Êyn Îsa û Kobanê jî kiribû.

Basnews
Top