Şandeke parlamentoya Belcîka serdana Herêma Kurdistanê dike
Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li parlamentoya Yekîtiya Ewropayê Dîlawer Ajgeyî ji BasNewsê re ragehand ku, şandeke peywendiyên derve ya Parlamentoya Belcîkayê û hejmareke rojnamevanên wî welatî dê heftiya bê serdana Herêma Kurdistanê dike û li gel serkirdeyên siyasî dicive.
Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li parlamentoya Yekîtiya Ewropayê da zanîn ku, ew şand dixwaze guhertinên dawîn ên li Herêma Kurdistanê û navçeyê ji nêzîk ve bibînin. Herwiha rewşa peywendiyên Hewlêr û Bexdayê binirxîne, taybet guhertinên piştî helbijartinên Iraqê.
Herwiha aşkere kir ku, ew şande piştî Herêma Kurdistanê serdana Rojavayê Kurdistanê jî dike û raportekî amade bike û pêşkeşî Parlamentoya Belcîkayê dike.
Basnews
