Ji ber PKK rêjeya serdana cihên geştiyarî li Şêladizê kêm bûye
Rêveberê geştûguzariyê li Amêdiyê Eyaz Ebdula ji BasNewsê re ragehand ku, li sînorê bajarokê Amêrî bi gştî zêdeyî 15 cihên geştyarî hene, lê mixabin hebûna PKK û bomebarankirina balafirên Tirkiyê weke pêwîst serdana wan cihan nayê kirin.
Wî berpirsî da zanîn ku, balafirên Tirkiyê berdewam navçeyên Amêdiyê dikin armanc û bombebaran dikin û gelek caran ciwantirîn cihên geştiyarî li sînorê Şêlaizê û Kanî Masî bombebaran dikin lewma geştiyar jî serdana wan cihan nakin.
Amaje bi wê yekê kir ku, tevî ku niha geştiyar serdana cihên geştiyarî weke Şêrane, Eşkewtî û Sûlav dikin lê ji ber ber hebûna navendên partiya Karkerên Kurdistan(PKK) rêjeya serdana cihên geştiyarî kêm bûye.
Basnews
