• Tuesday, 17 February 2026
logo

Dayîka Şemiyê: Qey Ewropa me nabîne, bes e êdî

Gulan Media August 26, 2018 Nûçe
Dayîka Şemiyê: Qey Ewropa me nabîne, bes e êdî
Dayîkên Şemiyê ango malbat û dayîkên ku zarok, hevjîn û xizmên wan ji alî dewletê ve hatine wendakirin li Stenbolê rastî midaxaleyeke tund ya polîsan hatin.



Malbatên ku dixwestin bi boneya 700mîn hefteyê çalakiyê li Meydana Galatasarayê bicivin, rastî rêgiriya polîsan û midaxaleya bi guleyên plastîkî, gaz û ava şêt hatin. Bi dehan çalakvan hatin binçavkirin, gelek kes birîndar bûn.



Çalakiya bi navê Dayîkên Şemiyê ya malbatên ku xizmên wan di salên 90î de hatine wendakirin gihîşt hefteya xwe ya 700mîn. Çalakiya ku her hefte di heman saatê de li heman cihî bi rêve diçe ji aliyê Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu ve hate qedexekirin. Li ser vê biryarê li Stenbolê bi seatan malbat û dayîk rastî midaxaleya polîsan ya bi gaz, guleyên plastîkî û ava şêt hatin.



Derbarê êrişan de welatiya bi navê Hatun Kara ji Rûdawê re wiha got: “Bi rastî ew kiryar kiryareke hovane ye. Ji ber ku ew dayîkên me bi salan e li vir çalakiyeke rûniştinê lidar dixin.”



Sakîne Taş jî got: “700 hefte ye ku dayîk li vir rûdinin. Lê ji ber ku îro dizanîn dê qerebelix bibe tirsiyan û qedexekirin weke her tim.”



Kadriye Ceylan jî anî ziman ku kurê wê ji alî vê hikumetê ve hate wendakirin û îro nehiştin ku ew li vir rûnin.



Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Huda Kaya wiha axifî: “Dayîkên Şemiyê dîroka têkoşîn û çalakiyên vî welatî ne. Piştgiriya bi Dayîkên Şemiyê re piştgiriya bi mirovahî, aştî û kesên ku mafên wan têne binpêkirin e.”



Bi boneya 700mîn hefteyê çalakiyê beriya demekêve bang dihate kirin da ku beşdariyeke girseyî pêk were. Bi sedan kes jî li ser vê bangê li Meydana Galatasarayê civiyan. Lê rêjeyeke zêde polîsan bi seyareyên mezin meydan girtin û bi dehfdan û midaxaleya tund ew ji meydanê bidûr xistin. Hejmarek parlementerên HDP û CHP û geştiyarên li ser Îstîklalê jî di nava midaxaleyê de man.



Dayîka bi navê Şehrîban Tûnç wiha bertekên xwe nîşan da: “Her tişt li meydanê ye ma tu nabînî. Ew 27 sal e em li Meydana Galatasarayê li wendahiyên xwe digerin. Qey Ewropa me nabîne, vê êşkenceyê nabîne. Bes e êdî. Heta kêngê.”



700 hefte ye ku xelk li vir li kur, hevjîn û xizmên xwe digerin ku ew ji alî dewletê ve hatine wendakirin. Tevî hemû şîddet û fişaran jî wan li vir li ber xwe dan. Îro dibînin ku xelk li wan xwedî derdikeve û bi girseyek mezin li vir dibin, aha di nava gazê de hiştin.



Di dema midaxaleya polîsan de bi gelek kes birîndar bûn û çalakvan bi kaşkirin hatin binçavkirin. Piştî midaxaleya bi nêzikî 3 seatan, çalakvanan biryar dan ku qadê vala bikin. Herwiha Dayîkên Şemiyê her hefte bi daxwaza çarenûsa xizmên xwe û daxwaza dadê, çalakiya xwe li dar dixin. Hefteya bê wê çalakî li heman meydanê berdewam bike.



Rudaw
Top