John Mccain koça dawî kir
Berî niha malbata wî di daxuyaniyekê de ragihand, ku di havîna derbasbûyî de, John Mccain pişkinîna pizîşkî encam da û derket ku nexweşiya Şêrpenceyê li mejiyê wî daye û pizîşkan temenê wî yê mayî, bi demeke kin diyar kiribûn, lê tevî pêşbîniyên pizîşkan, wî heya niha jî jiyana xwe berdewam kir.
Mccain, berdewam piştevaniya doza Kurd dikir û daxwaza çekdarkirina hêzên Pêşmergên Kurdistanê dikir û Serok Barzanî wek serkirdeyê dewletê binav dikir.
John Mccain di 29 Tebaxa 1936an de, li welatê Penema jidayik bû, di 25ê Tebaxa 2018an de jî, di 81 saliya xwe de, ji ber nexweşiya Şêrpenceya mejî, koça dawî kir.
K24
