Amerîka radaran li Kurdistanê bicîh dike!
Çavkaniyekê li Rojavayê Kurdistanê ji BasNewsê re ragehand, bicîh kirina wan radaran plana destpêkê ye bo ferz kirina navçeya dijî firînê ya li bakur û rojhilatê Sûriyê, ku Amerîkayê berî demekê aşkera kiribû.
Heman çavkaniya ku nexwast navê wî bê aşkera kirin, amaje bi vê yekê jî kir ku artêşa Amerîka destpê kiriye radaran bicîh dike û li balefirgeha leşkerî ya li başûrê Kobanê û Rimêlana a ser bi parêzgeha Hesekê tê kirin.
Li gor zanyariyên berdest, ew radar çavdêriya navçeya dijî firînê, li Minbîcê heta Dêrezor a li başûrê rojhilatê Sûriyê dikin. Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) jî di bejayiyê de çavdêriya tevgera DAIŞ û grubên terorîstî dikin.
Basnews
