Parlamenterên HDPê kurê Hrant Dînk ji destê polîsan xilas kir
Dayîkên Şemiyê ji bo ku agahiyekê ji kesûkarên xwe yên wenda bizanin, bo carê 700 li Stenbol hatin ba hev û çalakvan Arat Dînk ê kurê rojnamegerê ermenî Hrant Dînk bo piştevaniyê beşdarî wê çalakiyê bû.
Li Stenbolê di dema çalakiyê de polîsan destwerdan kir û di navbera çalakvan û polîsan de alozî derket û gelek kes hatine binçavkirin.
Polîsan hewldan Dînk jî desteser bikin lê parlamenterên HDPê Ahmet Şik, Garo Paylan, Huda Kaya û Serpil Kemalbay ji polîsan re bûn asteng.
Hrant Dînk di sala 2007an de ji aliyê Ogun Samast ve bi 3 guleyan hatibû kuştin. Piştî bûyerê kujêrê wî hatibû girtin û cezakirin. Doza ku 11 sal in berdewam dike gelek caran xitimî û palpiştên wê cinayetê ên fermî bi temamî eşkere nebûne.
Rudaw
