Barzanî li eniyên şer cejna Qurbanê li Pêşmerge pîroz kir
Îro danê sibê Serok Barzanî çû eniya rojavayê Dîcle û serdana sengerên Pêşmerge kir.
Di wê serdanê de, Serok Barzanî pîrozbahiya cejna qurbanê li Fermande û Pêşmergeyên wê eniyê û hemû Pêşmergeyên Kurdistanê kir.
Serok Barzanî destxweşî li serkeftinên pêşmerge di şerê dijî terorîstan û şerê berevaniya li ax û niştiman kir û pesnê cangorî û qehremaniya Hêzên Pêşmerge di parastina kerameta ax û niştiman de kir.
Barzanî ragihand ku xweragirî û qehremaniya Pêşmerge di dîrokê de hat tomarkirin û bi sedema wê destana pir li şanazî, pilana nehiştina destkeftên gelê Kurdistanê pûç kir.
Serok Barzanî silav ji bo şehîdên berevaniya li ax û niştiman û hemû şehîdên Kurdistanê re şand û hêviya başbûnê ji bo birîndaran xwest û ragihand ku, wan şehîdan îrade û Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê parast û eve ji bo Pêşmerge serbilindî û şanazî ye.
K24
