Çavuşoglu: Eger operasyona Idlibê pêkhat dê karesatek rû bide
Îro Înê 24.8.2018 li Moskowê herdu wezîrên derve yên Tirkiye û Rûsyayê derbarê pirsa Sûriyê û egera operasyoneke li ser Idlibê hevdîtinek pêk anîn, piştî hevdîtinê her du wezîran konfranseke rojnamevanî pêkanîn.
Di civînê çapemeniyê de Wezîrê Derve yê Tirkiyê ragehand ku, li gor Astanayê Idlib wek herêmeke aram hatibû destnîşankirin, eger operasyonek li wê navçeyê were destpê kirin, dê karasateke mirovî çêbibe.
Mevlut Çavuşoglu amaje bi wê yekê kir, ku li parêzgeha Idlibê 3 milyon û nîv kes dijîn eger operasyon destpê bike dê ew xelk neçar bibin koçber bibin.
Basnews
