IRAQ - Kurd kîjan aliyê bin ew dibin hevpeymaniya herî mezin
Li Iraqê hewldanên aliyên siyasî ya ji bo pêkanîna fraksiyona herî mezin berdewam dike. Aliyên li hev kirine dixwazin Kurdan razî bikin da ku bi hev re herin parlamentoyê.
Li gorî zanyariyên Rûdawê, biryara heftiya pêşiya me şandek ji Bexdayê were Herêma Kurdistanê û li gel aliyên Kurd hevdîtinan bike, ku tê payîn di dawiya vê mehê de Parlamentoya Iraqê yekemîn rûniştina xula çaremîn bike.
Peyamnêrê Rûdawê li Bexdayê Mistefa Goran ragihand: “Ji aliyekê ve Hevpeymaniya Fetih a bi serokatiya Hadî Amirî û Dewleta Yasa ya bi serokatiya Nûrî Malîkî ji aliyê din ve jî hevpeymaniya Saîrûn a bi serokatiya Muqteda Sedr, Hevpeymaniya Nesir a bi serokatiya Heyder Ebadî hewla pêkanîna fraksiyona herî mezin didin. Herdu alî jî dixwazin hikûmet û serokwezîrtî di destê wan de be.”
Peyamnêrê me da zanîn, ku roja Pênşemê (23-08-2018) endamê Hevpeymaniya Nesir Elî Sinêd ragihand ku destpêka heftiya pêşiya me dê hevpeymaniyên Saîrûn, Nesir, Hîkme û Weteniye fraksiyona herî mezin ji aliyê wan ve were ragihandin. Herwiha diyar kiriye, ku hemû amadekarî hatine kirin û alî jî li ser bernameya lîsteyan rêkeftine.
Elî Sinêd gotiye, ku biryare şandek serdana Herêma Kurdistanê bike û li gel aliyên Kurdî rûne da ku ji bo beşdarbûna vê fraksiyona mezin wan razî bike.
Ji aliyê din ve Hevpeymaniya Fetih û Dewleta Yasa jî hewldanên xwe yên ji bo razîkirina Kurdan zêdetir kirine.
Hêjayê gotinê ye, ku li gorî encamên hilbijartinên 12ê Gulanê yên Parlamentoya Iraqê ti partiyek bi serê xwe nikare hikûmetê pêk bîne. Ji lewra divê hikûmeteke hevpeymanî were avakirin.
Rudaw
