• Tuesday, 17 February 2026
logo

YPG: Em amade ne diyalogê bi Tirkiyê re bikin

Gulan Media August 24, 2018 Nûçe
YPG: Em amade ne diyalogê bi Tirkiyê re bikin
Peyvdarê bi navê YPGê Nûrî Mehmûd raigahnd, ku ew amade ne li gel Tirkiyê diyalogê bikin.

Nûrî Mehmûd ji nivîskarên Arti Gerçekê Ragib Dûran û Celal Başlangiç re axivî û diyar kir, ku welatiyên Tirkiyê li Serêkaniyê û Kobanê alîkariya wan kiriye û malbatên Kobanî li malên xwe pêşwazî kirine û got: Gelê Tirkiyê û Sûriyê merivên hev in.

Mehmûd tekez kir, ku ti pirsgirêkên wan li gel dewlet û gelê Tirkiyê tine ye û got: Em amade ne li gel Tirkiyê diyalogê pêş bixin, lê bi dîtina me, Hikûmeta Tirkiyê, bi taybet jî serokê Tirkiyê Erdogan û AKP, weke DAIŞ û Ixwanan hizir dikin.

Derbarê rewşa Efrînê jî, berdevkê YPGê got: Şerê li Efrînê bi tektîkên gerîla berdewam dike.

K24
Top