Tirkiyê dîsa daxwaza Amerîka bo berdana qeşeyê Amerîkî red kir
Berdevkê Serokomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin, bersiva Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Amerîkayê John Bolton da û got: "Doza qeşe Brunson dozeke hiqûqî ye û pêvajoya dadgehîkirina wî berdewam e."
Îbrahîm Kalin ragihand, hinek tiştên ku Amerîka dixwaze, nayên qebûlkirin û got, tiştekî ku Amerîka nikaribe li welatê xwe bike, nikare ji welatekî din jî bixwaze. Komara Tirkiyê dewleteke hiqûqî ye û doza qeşe Andrew Brunson jî dozeke yasayî ye.
Berdevkê Erdogan her wiha diyar kir, pêvajoya darizandina qeşe Brunson jî berdewam e, lewra daxwazên Amerîkayê ku vê pêvajoyê tine dihesibîne, nayên qebûlkirin.
Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Amerîkayê John Bolton di hevpeyvînekê de li ser pêwendiyên navbera Amerîka û Tirkiyê gotibû: Eger qeşe Andrew Brunson ji aliyê Tirkiyê ve were azadkirin, kirîzên di navbera Waşington û Enqerê de yekser çareser dibin.
Basnews
