PDK: Bi serbilindî û Ala Kurdistanê ve emê vegerin Kerkûkê!
Berdevkê encûmena rêveberiya PDKê li Kerkûk – Germiyanê Ednan Kerkûkî ji BasNewsê re ragehand: ‘’PDK bi awayê naha ve naçe nav bajarê Kerkûkê, ji ber naha ew bajar hatiye dagir kirin û kurd ti desthilateke wî ya wisa tineye. Ji ber vê bi awayê naha ve em qebûl nakin biçin nav bajarê Kerkûkê. Ji ber vê dema em biçin Kerkûkê bi awayek bihêz emê rijdbin li ser mafên hemwelatiyên bajar.’’
Herwaha diyar kir ew partiyên ku naha li Kerkûkê ne ti desthilateke wan tineye û nikarin piştgiriya xelkê bajar bikin. Herwaha roj bi roj erkên hikûmetê yên li wî bajarî yên kurd ji erk tên wergirtin. Lê ew aliyên ku li bajarin nikarin yek gotinekê bikin. Ji ber wê PDK dê bi Ala Kurdistanê û bi serbilindiyê ve biçin nav bajarê Kerkûkê, ku jiyana hemwelatiyên kurd biparêze. Û got: ‘’Ji ber wê naha em naçin nav desthilateke xwe sepandî ya ne rewa, bê guman dema ku em biçin wî bajarî hêza Pêşmerge dê pêgeheke wî ya bihêz hebe û Heşdî Şeibî li Kerkûkê nebe.’’
Ednan Kerkûkî ji BasNewsê re got: ‘’Xelkê bajarê Kerkûkê ji jiyana xwe piştrast nînin û hemû daxwaza vegera hêza Pêşmerge dikin. Ji ber vê hêza Pêşmergeyên Kurdistanê, dê bi awayek bihêz vegere Kerkûkê.’’
Basnews
