• Tuesday, 17 February 2026
logo

Oettinger: Yekîtiya Ewropa bo krîza aborî alîkariya Tirkiyê nake

Gulan Media August 23, 2018 Nûçe
Oettinger: Yekîtiya Ewropa bo krîza aborî alîkariya Tirkiyê nake
Endam û Berpirsê Karûbarê Budceyê yê Yekîtiya Ewropayê, Gunther Oettinger red kir, ku rasterast ji budceya Yekîtiya Ewropayê alîkariya Tirkiyê bihê kirin.



Nîqaşên li ser rewşa aborî ya Tirkiyê berdewam in. Endam û Berpirsê Karûbarên Budceyê yê Yekîtiya Ewropayê Gunther Oettinger jî li hember pêşniyara ku Almanya di wê kirîza niha ya aborî de alîkariya darayî bide Tirkiyê, bertek nîşan da û li dijî wê pêşniyarê derket.



Gunther Oettinger eşkere kir, tiştekî wiha nîne û ne kar û erkê Almanyayê ye ku di warê aborî de alîkariya Tirkiyê bike.



Oettinger ragihand, ku ji bo alîkariyê navnîşana herî rast Sindoqa Navdewletî ya Diravan IMF ye û got, eger pêwist bike divê Enqere serî li IMFê bide.



Li ser pêşhatên siyasî yên Tirkiyê jî Oettinger da zanîn, ku mixabin di salên bihorî de li şûna ku Tirkiye li ser rêya ber bi Ewropayê ve pêş bikeve, bi paş ve ketiye.



Gunther Oettinger tekez kir, ji bo ku Tirkiye krîza aborî derbas bike, divê siyaseteke rast peyrew bike û destnîşan kir: "Pêwist e Banka Navendî serbixwe be û hikûmet tedbîrên cihê baweriyê werbigire."



Di wan demên dawî de, rewşa aboriya Tirkiyê xirab bûye û bi taybet piştî zêdetirbûna nakokiyên navbera Enqere û Waşingtonê û sepandina cezayan ji aliyê rêveberiya Koşka Spî ve bi ser Tiirkiyê de, buhayê lîreyê tirkî gelek daketin bi xwe ve dît.

Rudaw
Top