Esaîb Ehlulheq gef li Kurd u Sunneyan kir
Berdevkê Bizava Esaîb Ehlulheq ku grûpeke ser bi Heşda Şeibî ye, Neîm Ebûdî di peyamekê de li ser hesaba xwe ya twîterê, Kurd û Sunnî bi pêkanîna hevpeymaniya Şîe tehdîd kir.
Neîm Ebûdî li ser sepandina mercan ji aliyê Kurd û Sunneyan ve bo pêkanîna mezintirîn fraksyon gefan dike û dibêje, ew yek, wan han dide ku careke din hevpeymaniya Şîe pêk bînin jiber ku weke ew dibêje cade dilovaniyê li wan nake.
Ebdû dibêje: “Sepandina mercan ji aliyê Sunne û Kurd ve li ser mezintirîn fraksyonê bo pêkanîna hikûmeta dahatî, fraksyonên Şîe han dide jibo dubare pêkanîna hevpeymaniya xwe, çimku raya giştî ti carî dil bi wan naşewite.”
Berdevkê Esaîb Ehlulheq dibêje, “her kesê ku bi Fetih re hevpeymaniyê pêk bîne, dê bizanibe ku ew çiqasî hevpeymaniyeke tund e li ser biryarên xwe, lê bingeheke wan ji bo lihevhatinê û nakokiyê jî heye.”
Neîm Ebûdî herwiha amaje bi wê yekê kiriye, bêyî ku ew dest ji prensîp û mafên xwe berdin, amade ne bi hemû aliyan re jî gotûbêjê bikin.
Pêştir parlamenterê berê yê Fraksyona Ehrar a di parlamnetoya Iraqê de, Mîsaq Mewazinî di pêşbîniyekê de gotibû, ku dê mezintirîn fraksyon di demeke nêzîk de û bi taybet piştî cejna Qurbanê pêk bihê.
Rudaw
