Li riya sereke ya Efrînê teqînekê rû da
Jêderên ji nava Efrînê ji K24ê re ragihandin, şeva bûrî demjimêr 21:30 li riya Raco bombeyek ji bermîleke çopê de teqiya û hin ziyanên madî gihîşt avahiyên nêzîkî cihê teqînê.
Jêderên ji Efrînê ji K24ê re tekez kirin, di encama teqînê de ti ziyanên canî nebûn û tenê hin madî gihîştin hin avahiyê li nêzîkî cihê teqînê.
Riya Raco riya sereke ya bajarê Efrînê ye û teqîn li nêzîkî kompanyaya “Herem” hatibû encamdan.
Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û çekdarên ser bi wê ve di 18ê Adara bûrî ve, ta niha bi dehan bombe û mayînê vedayî tên teqandin û bi dehan jî welatiyên Efrînê bûne qurbanî.
K24
