Şevê din 10 çekdarên Heşdê û 5 serbazên Iraqî hatin revandin
Li gorî zanyariyên peyamnêrê Kurdistan24ê li Germiyan, şevê din çekdarên Heşdê li gundê Elî Seray li başûrê bajarokê Qeretepe, pênc serbazên Artêşa Iraqê revandin, di beramber de jî hêzên Artêşa Iraqê 10 çekdarên Heşdê desteser kirin û piştre bizavên xwe zêde kirin, daku rewşê kontrol bikin û nakokiyan bi Heşdê re kêm bikin.
Berpirsên emnî li Qeretepe didin xuyakirin, ku heya niha wan sedema nakokiyên di navbera Heşdê û Artêşê de nas nekiriye.
K24
