Tirkiye mûşekên S-400 ji Rûsya werdigire
Îro serokê kompaniya Rosobotonê Export a berpirs li ser hinartina çekên Rûsî, di kongireyekî rojnamevanî de ragihand, ku girêbesta di nav wan û Tirkiyê de, wê li gorî rêketin li ser bûye, di dema diyarkirî de, were bicîkirin. Emê sîstema dijî mûşekan a S-400, di sala 2019an de radestî Tirkiyê bikin.
Ew sîstem kare ji dûriya 400 kîlometran li armanca xwe bide û wek yek ji sîstemên herî baş û pêşketî yên bergiriyê li ser astê cîhanê tê naskirin.
K24
