• Tuesday, 17 February 2026
logo

Serok Barzanî li gel şandeke hevpeymaniya Vetenî civiya

Gulan Media August 20, 2018 Nûçe
Serok Barzanî li gel şandeke hevpeymaniya Vetenî civiya
behsa hewldanên ava kirina hikûmetê kirin
Duh li Selahedînê Serok Barzanî pêşwaziya şandeke mihwera Vetenî ya Îraqî bi Serokatiya Şêx Xemîs Xencer kir.

Di civînê de her du alî behsa prosesa siyasiya Îraqê û herwiha ava kirina hikûmeta nûya Îraqê li ser esasê fêde wergirtin ji ezmûn û şaştiyên berê kir.

Di berdewamiya civîna han de Serok Barzanî û şanda Vetenî tekez li ser vê yekê kirin ku lazime gerentî û mekanîzmek berçav bo pêbend bûn bi destûr û cîhbicîh kirina rêkeftinên heyî hebe û ew yek bi awayek were amadekirin ku pêşî ji takrevî di birêvebirina welat û perawêz xistina pêkhateyan were girtin.

Di dawiya vê civîna han de her du alî tekez li ser domandina hemahengî û têkiliyên heyî yên di navbera her du aliyan de hate kirin û balkêşandine ser vê yekê ku lazime cîhbicîh kirina sê xalên serekî yên şeraket, hevparî û hevsengî di nava prosesa siyasî de li gor berejwendiyên tevahiya pêkhateyan be.

Top