Rêya Hewlêr-Kerkûkê bi fermî hat vekirin
Rêvebirê Polîsê Hewlêrê, Ebdulxaliq Telet îro di konfranseke rojnamevanî de li ser pira Pirdê, bi fermî vekirina rêya navbera Hewlêr û Kerkûkê ragihand.
Ebdulxaliq Telet got: “Heta 25ê vê mehê otomobîlên biçûk dikarin di vê rêyê re hatinûçûnê bikin û ji 25ê mehê şûnde otomobîlên barhilgir jî dikarin hatinûçûnê di vê rêyê re bikin.”
Rêvebirê Polîsê Hewlêrê herwiha da xuyakirin: “Li gorî rêkevtinê (ya navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê), ji aliyê Herêma Kurdistanê ve tenê Asayiş û Polîs û ji aliyê Iraqê ve jî tenê hêzên Polîsê Federalî dê li xalên kontrolê bin û ti hêzeke din a serbazî mafê wê yekê nîne, ku destwerdanê di karûbarên xalên kontrolê de bike.”
Ebdulxaliq Telet diyar kir: Li aliyê hikûmeta federal, polîsê federalî dê serpireştiya xalên kontrolê bike û li sînorê parêzgeha Hewlêrê jî tenê polîs û Asayişa Hewlêrê dê serpireştiya xalên kontrolê bikin.
Rudaw
