• Tuesday, 17 February 2026
logo

Berpirsa Gorran: PDK dê bibe yekem û Gorran jî duyem e!

Gulan Media August 19, 2018 Nûçe
Berpirsa Gorran: PDK dê bibe yekem û Gorran jî duyem e!
Endama odeya peyvendiyên siyasî ya Tevgera Gorran Şanaz Mehmûd derbarê helbijartinên parlamentoya Kurdistanê de ragehand, dê PDK bibe yekem hêz û Gorran jî dê bibe xwedî pêgeha duyem a kursiyên parlamentoya Kurdistanê.

Şanaz Mehmûd ji BasNewsê re ragehand: ‘’Eger helbijartinên parlamentoya Kurdistanê di dema hatî diyar kirî de pêkbên û neyên paşxistin Tevgera Gorran û aliyên siyasî yên din dê dengên wan kêm bibin, ji ber baweriya xelkê bi bangeşeya helbijartinên aliyên siyasî nemaye.’’

Berpirsa Gorran tirsa xwe ya derbarê pêkhatina sextekariyê de anî ziman û got eger wek helbijartinên Iraqê ku YNKê sextekarî kir, careke din sextekarî pêkbê em qebûl nakin û ragehand: ‘’Di helbijartinên berî naha de YNKê sextekariyek mezin ve dengên me pûç kirin. Ji ber eger sextekarî nekiriban wan ti deng nedianîn. Ji ber wê sextekariyê kursiyên YNKê zêde bûn, lê ew kursiyên ku YNKê bidest xist yên Gorran in.’’

Şanaz Mehmûd got: ‘’Eger helbijartinên parlamentoya Kurdistanê de sextekarî neyê kirin, herçend PDK partiya yekem jî be, lê hêza duyem jî dê em bin.’’


Basnews
Top