• Tuesday, 17 February 2026
logo

Erdogan; ”AK Partî Tirkîyêye”

Gulan Media August 19, 2018 Nûçe
Erdogan; ”AK Partî Tirkîyêye”
Serokkomarê Tirkîyê û berbijerê serokatîya giştî yê Partîya Dad û Geşepedane (AKP)ê Recep Tayyîp Erdogan di kongreya partîya xwe de gotarek peşkeş kir.
Erdogan wiha axivî:”AKPê ji gel ve hatîye avakirin û ronahîyê dide sedsaleke. AKPê Tirkîyeyê. Di gotineka Hazretî Alîde dibeje ‘Hun li hemberî be heqîye bedeng bimînin hune li gel mafê xwe şerefa xwe jî vinda bikin.” Em ne tenê bergirîya mafên xwe bergirîya şerefa welate xwe jî dikin. Me bi têkoşîna xwe serkeftinek li hemberî hevldana kudeteya leşkerî destxist. Hun ser nakevin hun nikarin gelê me ji hev parçe bikî. Hinek bi reya aborîye, dolarî, ace û enflasyone gefan li me dikin. Em jî ji wan re dibejin me lîstîka we dît em tolê ji we re dixwazin. Em li siruşta xwe ya an emê hebin an eme bimirin di meşin. Ji damezrandina me heta niha em denge xwe li hemberî bê heqîye û diruyîte bilind dikin.
Em teslîme wan alîyen (Amerîka) me hevpeymane stratejik dibînin û dikin armanc radest nebûne û em radest nabin jî. Me gelêk ji welate xwe hez kir û çi pevîstbe me kir û eme jibo kirine jî berdewam bin. Di wî demî de neyartîyen li hemberî me zedêtir bûn. Gelk hevldan li hemberî me hatin kirin.”
Erdogan qala operasyonen derveyî welat jî kirin û got: ‘Jibo ewlehîya Tirkîyê ev operasyonên me yen bibiryarî hatîn destpekirin ve berfirehtir berdewam bikin. Em bi biryarin ku ev erîşen ji Surîye û Îraqê li hemberî me tê kirin be bersiv namînin û eme wan êrîşan li bingehe van ji nav bibidn. Ji berîye niha me li Cerablusê u El babê, duh li Efrînê çi kirîbe em ji Pirsusê heta Cizîrê li ser sînoren xwe dîsa ve bikin.”
Erdogan davîya axatina xwe de hişyarî da kesên di behnvedana cejnê de biçe geştîyarîyan û got ev ji dil baverim ev astendiyen di rojan davîye de dekeftîn jî ve ji hole rabin.
Hejayê gotinêye ji herêma Kurdistane û gelek devleten bîyanî bi sedan mevanen hatîn vexwandin jî tevlî kongreya AKPê bûn.

Waar.tv
Top