Li Rojavayê Kurdistanê Aşûrî vedigerin gundên xwe
Li gundê Til Baloa, dêrê deriyê xwe li ber welatiyan vekiriye û welatî di nav de nimêja xwe dikin. Di sala 2015an de çekdarên DAIŞê êrîşî ser gundên derdora Til Temirê kiribûn, lê şervanên YPGê bersiva wê êrîşê dabûn û karîbûn DAIŞê bi yekcarî ji wê deverê derxînin.
Gundê Til Baloa ku gundê Aşûriyan e, dikeve ser çemê Xabûr navbera Hesekê û Til Temir ên Cezîreya Rojavayê Kurdistanê. Cara yekem e ku piştî sê salan ji dema êrîşa DAIŞê ve sala 2015an bo ser gundên Aşûriyan xelkê Til Baloa festîvala salvegera Pakîze Meryem pîroz dikin. Aşûriyên Til Baloa li nav dêra nûjenkirî kom bûn, piştî merasîma nimêj û duayan nanekî hevbeş xwarin. Keşeyê dêrê jî salvegera Pakîze Meryem li amadebûyan pîroz kir.
40 hezar Aşûrî berî şerê navxwe yê Sûriyê û êrîşa DAIŞê bo ser gundên Aşûriyan li Cezîreya Rojavayê Kurdistanê hebûn.
33 gundên Aşûriyan ji ber êrîşa DAIŞê hatin valakirin û çekdarên DAIŞê piraniya dêran jî wêran kirin, piştre şervanên YPG gundên Aşûriyan ji destê DAIŞê rizgar kirin.
Di dema êrîşa DAIŞê de bo ser gundên Aşûriyan 298 Aşûrî bi destê çekdarên DAIŞê hatin kuştin. Herwiha 280 Aşûrî ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatin revandin, piraniya wan bi rêya pere û serokeşîrên Ereban ên wê deverê hatin azadkirin.
Sala 1933an piştî Aşûriyên parêzgeha Mûsilê dijî hikûmeta şahê Iraqê Melek Xazî rabûn ser piyan û daxwaza mafên xwe kirin, koçberî Sûriyê bûn. Fransaya kolonyal li Sûriyê ew li ser çemê Xabûr ê Cezîreya Rojavayê Kurdistanê bicîh kirin, piştre Aşûriyan gund ava kirin, Aşûrî di çandiniya darên fêkî û pembo de gelekî jîr û şareza ne.
Rudaw
