• Tuesday, 17 February 2026
logo

Amerîka bang li Amerîkiyan kir neçin Iraqê!

Gulan Media August 19, 2018 Nûçe
Amerîka bang li Amerîkiyan kir neçin Iraqê!
Amerîka bang li welatiyên xwe kir neçin Iraqê ji ber ku Iraq welatekî metirsîdar e!

Wezareta Derve ya Amerîka di daxuyaniyekê de, ku li ser malpera fermî ya wezaretê hatiye belavkirin, ragihandiye, tirsa wê heye welatiyên Amerîkî yên li Iraqê ji aliyê milîs û komên çekdar ve bên revandin û rastî tundiyê bên ji ber wê jî heta ji destê wan tê bila serdana Iraqê nekin.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku li Iraqê gelek komên çekdar û terorîst û milîs hene loma Iraq welatekî metirsîdar e ji ber wê jî divê Amerîkiyên li Iraqê hişyar bin.

Basnews
Top