• Tuesday, 17 February 2026
logo

HPG: Di roja de16 leşkerên Tirk hatine kuştin

Gulan Media August 19, 2018 Nûçe
HPG: Di roja de16 leşkerên Tirk hatine kuştin
Hêzên Parastina Gel (HPG) da xuyakirin, di şer û pevçûnên du rojên dawî de herî kêm 16 leşkerên Artêşa Tirk hatine kuştin.



Navenda Ragehandina HPGê da xuyakirin, şerê di navbera gerîla û leşkerên Tirk de li gelek deverên Bakurê Kurdistanê û ser sînorê Başûrê Kurdistanê berdewam dike.



Hat destnîşankirin, di heyama du rojan de, li Şemzînan, Çelê, Îdir, Semsûr û Tendurekê şer û pevçûnên giran rû dane û li gor agahiyên gihîştine destê wan, 16 leşkerên Artêşa Tirk hatine kuştin, 16 otombêl jî hatine têkşikandin.



Da zanîn jî, firokeyên Artêşa Tirk gelek deverên Bakur û Başûrê Kurdistanê bombebaran dikin.



Her îro, Serokerkaniya Tirkiyeyê ragihandibû, firokeyên wan ên şerî li gundewarên Colemêrg û herêma Zap, Xakûrk û Gare bingehên PKKê bombebaran kirine û di encamê de 7 gerîlayên PKKê canê xwe ji dest dane.



K24
Top