• Tuesday, 17 February 2026
logo

Rêveberiya Xweser zeviyan li Erebên Xemir vedigerîne

Gulan Media August 19, 2018 Nûçe
Rêveberiya Xweser zeviyan li Erebên Xemir vedigerîne
Rêveberiya Xweser bi sedan Hiktar zeviyên çendiyê yên Rojavayê Kurdistanê li Erebên Xemir vedigerîne.

Jêderên navxweyî ji bajarokê Çilaxa yê Rojavayê Kurdistanê ji rojnameya “al-Hayat” çapa Londonî re ragihand, Desetya Aboriyê ya Rêveberiya Xweser ku berî 4 salan nêzîkî hezar hiktarî ji Erebên Xemir standibû, niha careke din li wan vedigerîne.

Li gor zanyariyên wê rojnameyê, berî 4 salan Desteya Çandiniyê li nêzîkî sînorê Tirkiyê dest danîbû ser nêzîkî hezar Hiktarî, ku xwediyên wan zeviyan li Reqayê rûdiniştin.

Di salên heftê ên sedsala bûrî û piştî dirustkirina Bendava Ferêt bi hezaran Hiktar zeviyên Erebên Reqayê di bin ava bendavê de man.

Rêjîma Beis a Sûriyê jî bi darê zorê bi hezaran Hiktar zeviyên Kurdan li Rojavayê Kurdistanê ji xwediyên wan standin û li wan Erebên ku bi navê “Erebên Xemir” tên naskirin belav kirin.

K24
Top