• Tuesday, 17 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî digel cêgirê wezîrê bergiriya Amerîka kom bû

Gulan Media August 19, 2018 Nûçe
Mesrûr Barzanî digel cêgirê wezîrê bergiriya Amerîka kom bû
şêwirmendê Civata Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li gel Cîgirê Wezîrê Bergiriya Amerîka ji bo karûbarên siyasî dawîn pêşhat gotûbêj kir.

Di wê civînê de, Mesrûr Barzanî û John Rood behsa berdewamiya hevrêziya di navbera hêzên Ewlehiya Kurdistanê û Pêşmergeyan û hêzên Amerîkî de û şerê li dijî terorê kirin.

Herwiha Mesrûr Barzanî bi hûrî behsa rêkarên bihêzkirin û birêxistina hêzên Pêşmerge, ji aliyê Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî ve kir.

Di beşekî din ê civînê de, Şêwirmendê Civata Asayişa Herêma Kurdistanê û Cîgirê Wezîrê Bergirya Amerîka tekezî li ser pêkanîna Hikûmeteke niştmanî kirin û Mesrûr Barzanî derbarê pêkanîna Hikûmeta nû ya Iraqê eşkere kir, ku ji serkirdatiya Kurdistanî re, ti lîst û kesatî ji bo pêkanîna Hikumeta nû ya Iraqê negiring in, lê serkirdatiya Kurdistanê li hevpeymanekî digire ku destûra Iraqî bicî bike û Hikûmeta nû li ser bingeha Lihevkirin û Hevpariyê were pêkanîn.

Waar.tv
Top