• Tuesday, 17 February 2026
logo

Trump: Bû demek Tirkiyê bûye pirsgirêk

Gulan Media August 18, 2018 Nûçe
Trump: Bû demek Tirkiyê bûye pirsgirêk
Serokê Amerîkayê Donald Trump îro roja Înê rexneyên tund li Tirkiyê kirin û ragihand ku bûye demek Tirkiye bûye pirsgirêk û weke hevpeymanê Amerîka tevgerê nake û babeta qeşeyê amerîkî bi hesanî li ser Tirkiyê re derbas nabe.

Daxuyaniya Serokê Amerîkayê Donald Trump ya îro, piştî wê yekê hat, dadgeha Tirkiyê bo care sêyem azad kirina qeşeyê amerîkî red kir.

Piştî biryara îro ya dadgeha Tirkiyê tê çaverêkirin ku, Enqere ji aliyê Amerîka ve rûberûyê cezayên tundtir bibe, taybet jî piştî daxuyaniyaTump ya îro.

Tê zanîn her ji ber babeta wî qeşeyê amerîkî rêveberiya Amerîkayê cezakirina herdu wezîrên navxweyî û dadê yên Tirkiyê, herwiha baca li ser hesin û aleminyuma Tirkiyê zêde kir, ev yeke jî bandor li ser aboriya Tirkiyê kirin.

Basnews
Top