• Tuesday, 17 February 2026
logo

Tirkiye: Operasiyona Şingalê bi agehdariya Ebadî bûye

Gulan Media August 18, 2018 Nûçe
Tirkiye: Operasiyona Şingalê bi agehdariya Ebadî bûye
tirkiye dibêje vê operasiyonên me zêdetir bibin
Piştî derbasbûna du rojan bi ser operasiyona asmanî ya artêşa Tirkiyeyê a bo ser hin deverên Şingalê, îro rayedarên Tirkiyeyê diyar kirin ku ev operasiyona han bi agehdariya Serokwezîrê Îraqê Heyder Ebadî hatiye lidarxistin.

Rayedarên Tirkiyeyê herwiha diyar kirin ku hikûmeta Îraqê ji vê yekê hatiye hayedarkirin ku vê operasiyonên Tirkiyeyê yên li dijî PKKê di nava xaka Îraqê de bê berfiretir bibin.

Hêjayê gotinê ye ku beriya du rojan dema rayedarekî PKK( YBŞê) yê bi navê Zekî Şingalî, ji merasima bîranîna salvegera komkujiya gundê Koço vedigeriya bû, rastî êrîşa balefirên Tirkiyeyê hatibû û li gel 4 şervanên din yên YBŞê canê xwe ji dest dabûn.

Top