• Tuesday, 17 February 2026
logo

Çaverê ye Serokwezîrê Herêma Kurdistanê serdana Enqerê bike

Gulan Media August 18, 2018 Nûçe
Çaverê ye Serokwezîrê Herêma Kurdistanê serdana Enqerê bike
Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) bi serokatiya serokê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan, wê şeşemîn kongirê xwe li Enqerê lidar bixe û tê çaverêkirin ku serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo kongir bê vexwendin.

Îro AKP kongirê xwe yê şeşemîn lidar dixe û Receb Teyib Erdogan take berbijarê serokatiya wê partiyê ye.

AKP vexwendina beşdariyê di kongir de ji hemû partiyên Tirkiyê re şandiye, lê tenê ji HDPê re neşandiye û ji aliyê xwe ve jî, IYI Partî biryar daye ku tevlî kongire nebe.

Li gorî zanyariyan, nêzîkî 400 mêvanên biyanî, 400 rêxistinên sivîl, 124 nûnerên dewletan, 70 rêxistinên navnetewî û 38 nûnerên partiyên siyasî yên biyanî wê beşdarî kongirê AKPê bibin.

Tê çaverêkirin di vî kongirî de, AKP rêveberiyeke nû hilbijêre û bêtirî nêvî ji rêvebirên niha wê bên guhertin.

Cîgirê serokê AKPê Mistefa Ataş diyar kir, ku 52 serokê dewletan ji bo kongir hatine vexwendin û got: Piştî axaftina Erdogan, wê nişkaveyek bê ragihandin û nameyek ji cîhanê re bê şandin.

K24
Top