"Tirkiye dê hêzên xwe ji Rojavayê Kurdistanê vekişîne"
Generalekî teqawîtbûyî yê bi navê Sharll Ebi Nadir di gotara xwe ya bi serenavê ‘Tirkiye dê teslîm bibe û ji Bakûrê Sûriyê vekişe?’ ku di malbera El-Ahd a Libnanî de hat belavkirin de got ku Tirkiye li aliyekî hewl dide operasyona mezin a artêşa Sûriyê ya bo Bakûrê Sûriyê paş bixe û li aliyê din dibêje ew li gel Îran û Rûsyayê û hewl dide di proseya Astanayê de xwedî rol be.
Wî generalê Libnanî diyar kir ku Tirkiye li aliyê din jî hewl dide ‘terorîst’an ji bo berjewendiyên xwe di mizakereyan de bikar bîne.
Di wê gotarê de hat ragihandin ku konjonktora niha li gel Şamê ye û hat gotin, “Di dawiyê de Tirkiye neçar e ku li hember artêşa Sûriyê hêzên xwe vekişîne.”
Basnews
