• Tuesday, 17 February 2026
logo

Hikûmeta Iraqê bombebaran kirina Şingalê şermezar kir

Gulan Media August 18, 2018 Nûçe
Hikûmeta Iraqê bombebaran kirina Şingalê şermezar kir
Wezareta Derve ya Iraqê bombebaran kirina Şingalê ji aliyê Tirkiyê ve jî şermezar kir û ragehand ku, ew êrîş ne yasayî ye.

Di daxuyaniyekê de Wezareta Derve ya Iraqê helwesta xwe li ser bombebaran kirina Tirkiyê ji Şingalê re ragehand û bi tundî ew êrîş şermezar kir.

Tê zanîn ku, bombebaran kirina Şingalê ji aliyê Tirkiyê ve piştî serdana Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî bo wî welatî hat.

firokeyên Tirkiyê di 15.8.2018 navçeya Şingalê bombebaran kirin û di ecamê de Fermandarê Giştî yê PKKê yê li Şingalê Zekî Şingalî û çar endamên şervanên YBŞ jiyana xwe ji dest dan.

Basnews
Top