• Tuesday, 17 February 2026
logo

Bi amadebûna Serok Barzanî ve merasîma derçûna dewreyek hêza Zîrevanî birêve diçe!

Gulan Media August 16, 2018 Nûçe
Bi amadebûna Serok Barzanî ve merasîma derçûna dewreyek hêza Zîrevanî birêve diçe!
Bi amadebûna Serok Barzanî ve merasîma mezûnbûn ango derçûna dewreya Pêşmergeyên Zîrevanî ya perwerdê û rahênanê birêve diçe û wezîrê navxwe yê hikûmeta herêma Kurdistanê jî ragehand, pêwîste hêzên Pêşmerge bo hemû egeran amade bin. Herwaha amaje bi berdewamî piştevaniya hêzên hevpeyman a ji bo Pêşmerge jî kir.

Wezîrê navxwe Kerîm Şingalê ku heman demê de wezîrê Pêşmerge yê bi wekalet e jî, di merasîmê de ragehand: ‘’Di bin fermana cenabê serok de, bernameyek bihêz me daniye û bo bicîhanîna wê planê jî alîkariya hemû aliyan pêwîste.’’

Herwaha diyar kir: ‘’Derxistina DAIŞê nayê wê wateyê ku fikir û ramana tundiyê bi dawî bûye. Ji ber naha DAIŞê bi awayeke nû xwe bi rêkdixe û dubare bûye gef bo asayîşa hemwelatiyên navçeyên rizgarbûyî. Ji ber wê jî pêwîste em bo hemû egerek nayê xwestin jî amade bin.’’

Şingalî diyar kir, bo ku Pêşmerge ji bo hemû egerekê û pevçûnekê amade be, pêwîstî bi piştevaniya berdewam a hêzên hevpeyman heye, bo perwerde, dayîna çek û şêwirmendiya Pêşmerge bike.

Basnews
Top