• Tuesday, 17 February 2026
logo

Hikûmeta Iraqê xencerek li pişta hevalbendê xwe, PKKê da!

Gulan Media August 16, 2018 Nûçe
Hikûmeta Iraqê xencerek li pişta hevalbendê xwe, PKKê da!
Tê gotin ku di êrişa duh ya firokeyên Tirkiyê de li dijî hêzên PKKê li Şingalê, 5 berpirs û gerîlayên PKKê şehîd bûne, agahî û îstixbarata wê êrişê jî ji aliyê artêşa Iraqê û Heşda Şeibî ve hatine dayîn.

Duh danê êvarê, firokeyên Tirkiyê bingeh û çeperên PKKê yên li devera Şingalê dan ber bombeyan. Li gorî agahiyên BasNewsê, di wê êrişê de 5 gerîlayên PKKê şehîd bûne ku di nav wan de berpirsê Şingalê Zekî Şingalî jî hebûye.

Her wiha berpirsê pêwendiyên PKK û hikûmeta Iraqê û fermandeyekî çekdarên êzîdî yên PKKê bi navê Mezlûm Rûs jî hebûne.

Li gorî agahiyên BasNewsê, ew êriş li ser esasê wan agahî û raportan hatine kirin ku ji aliyê artêşa Iraqê û Heşda Şeibî ve û bi fermana serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî hatine dayîn. Ji ber ku ew êriş yekser piştî serdana Ebadî bo Tirkiyê û hevdîtina wî bi Erdogan re pêk hat.

Jixwe beriya ku Ebadî serdana Tirkiyê bike, hikûmeta Tirkiyê gotibû ew bi şertekî razî ne Ebadî serdana Tirkiyê bike ku di mijara PKKê de daxwaziyên Tirkiyê qebûl bike.

Bi baweriya pisporên siyasî û serbazî, êrişa han tê wê wateyê ku Ebadî xencerek li pişta hevalbendê xwe PKKê daye. Ji ber ku ev demek dirêj e PKK bi hikûmeta Iraqê re di nav pêwendiyan de ye û beşek ji hêzên wê, ku wek Yekîneyên Berxwedana Şingalê tên nasîn, mûçeyê xwe ji Bexdayê werdigirin.


Basnews
Top