• Tuesday, 17 February 2026
logo

Serokkomarê Îraqê pîrozbayî pêşkêşî Serok Barzanî kir

Gulan Media August 16, 2018 Nûçe
Serokkomarê Îraqê pîrozbayî pêşkêşî Serok Barzanî kir
hêviya temendirêjî ji Serok Barzanî re dixwaze
Îro Serokkomarê Îraqê Fûad Mesûm bi minasebeta 72mîn salvegera damezrandina partiya demorkata Kurdistanê û herwiha roja jidayikbûna Serok Barzanî peyameke pîrozbayî pêşkêşî Serok Barzanî kir.

Di vê peyama han de Fûad Mesûm behsa rol, xebat û têkoşîna partiya demokrata Kurdistanê di nava 72 salên derbasbûyî de kiriye û ev yek bi girîng û dîrokî wesif kiriye û hêviya berdewamiya xebat û têkoşînê ji PDKê re xwestiye.

Mesûm di berdewamiya peyama xwe de bi minasebeta jidayikbûna Serok Barzanî, pîrozbayî jî li Serok Barzanî kiriye û hêviya temendirêjî û leş saxiyê ji Serok Barzanî re xwestiye.
Top