Sezayî Temellî bersiva rexneyên Demirtaş da
Hevserokê HDPê yê niha Sezayî Temellî di bernameyekî televizyonê de bersiva rexneyên Selahattin Demirtaş da û got, eger ew rexneyekê bike rêz li rexneya wî tê girtin, lê awayê rexneyên wî şaş e.
Sezayî Temellî got, ew mijarên ku Demirtaş behsa wan kiribû, niha ji aliyê HDPê ve helsengandin (nirxandin) bo tê kirin û eger pêwîst be dê zelalkirinekê li ser belav bikin.
Hevserokê HDPê herwiha da xuyakirin, ku Demirtaş di hilbijartinên serokatiyê yên di 2014 û 2018 de berbijêrê HDPê bûye û di hilbijartineke din a serokatiyê de jî ew dixwazin careke din wî weke berbijêr bibînin.
Demirtaş di gotarekê de ku roja 10 Tebaxê hatibû belavkirin, nivîsandibû: Divê rêveberên HDPê di zûtirîn demde dawiyê li bêserûberê beriya xwe bînin û vegerin qadan.
Demirtaş herwiha gotibû ew kesên ku rêberiya gel dikin, divê bi wêrek bin û bi biryar bin û bi xwe nêzîkirina ji faşîzimê bi awayê xweparêz û veşartî nikarin rêberiya gel bikin.
Rudaw
