• Tuesday, 17 February 2026
logo

Firokeyên Tirkiyê çend deverên Şingalê bombebaran kirin

Gulan Media August 16, 2018 Nûçe
Firokeyên Tirkiyê çend deverên Şingalê bombebaran kirin
Frokeyên şerkerên Tirkiyê PKKe û supayê Îraqê li Şingalê bombebaran kir û 2 zalgehên PKKê û Îraqê hatin jinavbirin.
Qeyser Hesen peyamnêrê WAARê li Şingalê ragihand; Îro êvarî firokeyên Tirkiyê karwaneke wesayîtan a PKKê li devera Siknê nêzîkî Bab Şilo ya li rojavayê Sinûnê ya ser bi Şingalê kirin armanc û ta niha zîyanên gîyanî yên PKKê diyar nînin.
Xwedêda Çoko rêveberê nawçedarîya Sinûnê bo war got: Di bombebarana frokeyên Tirkiyê de zalgeheka PKKê li gelîyê Şlo û yeka supayê Îraqê hatîne jinavbirin
Herwesa Qasm Şeşo fermandarê pêşmergey li Şingalê bo WAARê got: Hind zanyarî gehşitîne wan ku Tirkiya 5 bingehên din yên PKKê jî li derdûra Şingalê bombebaran kirîne lê ta niha piştrast nebûye.
Ev bombebarane di demekî daye duh Heyder ‘Ebadî serokwezîrê Îraqê li Enqere li gel Recep Teyip Erdogan serokê Tirkiya civîya bû û herdu alîyan dupatî li parastina sinoran û berhengarbûna terorê kirbû.

Waar.tv
Top