Îro salvegera 72.mîn a damezrandina PDKê ye!
Di sala 1946ê de serfermandarê Komara Kurdistanê Mela Mistefa Barzanî û hejmarek kesayetên Kurdistanê li bajarê Muhabadê ku paytexta yekem a Komara Kurdistanê bû, biryara damezrandina PDKê dan.
Piştî komkirina hejmarek endaman roja 16.08.1946ê yekem kongre hat kirin û PDK hate damezrandin û Mela Mistefa Barzanî wek serokê partiyê hate helbijartin.
Armanca serekî ya PDKê ava kirina dewleta serbixwe ya Kurdistanê bû û endam û alîgirên wê jî ji hemû ol û netewên li Kurdistanê pêkhatin.
Naha serokê PDKê Mesûd Barzanî ye ku di sala 2005ê li parlamentoya Kurdistanê û di 25.07.2009ê de jî bi helbijartinên giştî ve wek serokê herêma Kurdistanê hate helbijartin.
Piştî biryara eniya Kurdistanê ya helbijartina parlamentoya Kurdistanê, PDK wek partiyek serekî ya Kurdistanê beşdarî helbijartina parlamentoyê bû.
Basnews
