• Tuesday, 17 February 2026
logo

Serok Barzanî li gel balyozê Amerîkayê civiya

Gulan Media August 16, 2018 Nûçe
Serok Barzanî li gel balyozê Amerîkayê civiya
behsa rewşa Îraqê û şerê dijî DIŞIê kirin
Behsa rewşa Îraq û deverê kirin.

Duh li Selahedînê Serok Barzanî pêşwaziya balyozê Amerîkayê yê li Iraqê Douglas Silliman û Konsulusê giştî yê Amerîkayê li Hewlêrê Steven Fagin kir.

Di hevdîtinê de rewşa siyasî ya Iraq û navçeyê û pêşhatên nû yên li ser asta herêmî û navdewletî hatin nirxandin û balyozê Amerîka li Iraqê stratejiya welatê xwe ya di derbarê asta dawî ya şerê DIŞIê û hevkarî kirina koçber û pêkhatên Iraqê û her wiha guhertinên herêmî ji bo Serok Barzanî rave kir.

Silliman di beşeke din ji axaftinên xwe de behsa rola bi bandor ya Serok Barzanî û hikûmeta Kurdistanê ya di warê parastina pêkhate û koçberên Iraqê di şerê terorîstên DIŞê de kir û ev rola han bi roleke girîng wesif kir.

Di beşekî dinê vê civînê de di derbarê Iraqa piştî hilbijartinê û hewlên ji bo pêkanîna hikûmeta nû û hevkêşeyên li nav Iraqê de danustandina bîr û ramanan kirin û Serok Barzanî tekez li wê yekê kir ku ewê ji aliyê Herêma Kurdistanê ve girînge bernameya hikûmeta paşarojê ya Iraqê ye û her wiha pabendbûna aliyan bi sê prensîpên hevbeşê li hukimdarî û tewafuq li yasadanan û hevsengî li damezraweyan ewlewiyeta serekiye û tekez li wê yekê jî kir ku ber çav girtina wan sê prensîpan dibê sedema çareserkirina gelek ji kêşeyan.
Top