Heyder Mulla: Ji sedî 70ê Heşda Şeibî bê dewam mûçe werdigirin
Endamê Hevpeymaniya Weteniye, Heyder Mulla di dauxyaniyekê de ragihandiye: Sê beşên Heşda Şeibî ew kesin ku dewam nakin û bêyî ku ti roleke wan hebe mûçe werdigirin, di vê derbrê de zanyariyên hûr û temam li cem min hene.
Bi gotina Heyder mulla, di nava Heşda Şeibî de gelek weberhêne rû bazirgan jî hene, ku ew kes navê Heşda Şeibî ji bo bidestxistina armancên xwe bi kar tînin.
Meha Adara bihorî, berdevkê berê yê Heşda Şeibî, Ehmed Esedî ragihandibû: “Hejmara giştî ya çekdarên Heşda Şeibî 148 hezar û 400 kes e û li çend parêzgehên Iraqê hatine dabeşkirin.”
Li aliyekê din, Berpirsê Rêvebirina Heşda Şeibî, Muîn Kazimî jî daye xuyakirin, ku li gorî lîsta mûçeyan, hejmara çekdarên Heşda şeibî 122 hezar kes e.
Heşda Şeibî hêzek e derveyî Artêşa Iraqê ye, ku di sala 2014an de û piştî êrişên berfireh ên DAIŞê li Iraqê bi fetwaya oldarê mezin ên şîeyên Iraqê, Ayetullah Elî Sîstanî hate damezrandin û piştre di sala 2017 de bi biryaa parlamentoya Iraqê bû hêzeke yasayî û bû hêzeke di çarçoveya sîstema berevaniya Iraqê de.
Rudaw
