Îtalya - Amara mirî û birîndarên rûdana şikestina pirê hat ragihandin
Duh li bajarê Cenova yê Îtalya pirek şikest û gelek kes di bin kavilê pirê de mabûn.
Li gorî agaihyan, ji duh de tîmên şaredariyê mijûlî derxistina mirî û birîndaran bûn, ji ber wê jî amara mirî û birîndaran îro hat ragihandin. Li gorî wê amarê, 35 kes di wê rûdanê de mirine û 15 kes jî birîndar bûne.
Hat gotin ku şaredariya bajarê Cenova ji ber wê rûdanê du rojan şîna giştî ragihadiye.
Heta niha nayê zanîn çima ew pire şikestiye. Bilindiya pirê 45 metre bû.
Basnews
